Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Siyasetvanekî Sunnî li Bexdayê Tê Revandin


Polîsê Îraqê dibêje, çekdaran siyasetvanekî Sunnî yê girîng li Bexdayê girtine.

Polîs dibêje, Riyad El Edad, ku bixwe bijîşk e û serekê Civata Parêzgeha Bexdayê ye, derengî roja Îniyê ji aliyê çekdaran ve hate birin ku di 10 trimbêlên reş yên SUV de bûn.

Demûdest diyar nebûye eger el Edad ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye girtin an jî hatiye revandin.

Di sala 2012an de el Edad li ser tawanên terorê hatibû girtin.

Hikûmeta Serokwezîr Nûrî el Malikî ya di dest Şîa de gelek caran siyasetvanên pilebilind yên Sunnî bi peywendiya ligel rêxistinên çekdar tawanbar kiriye.

XS
SM
MD
LG