Êrîş û gefa DAIŞê li ser bajarê Hesekê, metirsîn û ne aramiyek xistiye herêmê û li nav Kêmnetewên wê herêmê. Pêkhateyên wê herêmê çawa dikarin berevaniya xwe ji DAIŞê bikin? Çawa wê karê rêxistinên sivîl alîkariya xelkê bike û wan biparêze?
Nivîskar Wecîha Ebdulrehman ku seroka komela ASO ya li dijî tundutijiya li ser jinan e, di hevpeyvêna xwe de bi Dengê Amerîka re nerîn û baweriyên xwe tîne ziman.
Birêz Wecîha dibêje ku rewşa ewlehiyê li bajarê Hesekê ne aram e û metirsînek heye li ser bajêr û pêkhatiyên wê.
Ew herwiha dibêje ku taxên Kurdan di bin destê şervanên YPGê de ne, lê başûrî bajêr hîna jî di destê DAIŞê de ye.
ji bo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fermo vî faylê dengî kilîk bikin.