Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Libnanê: Êrîşa li Ser Bajarekî Libnanê Êrîş e li Ser Hemû Libnan


Serokwezîrê Libnanê Tammam Selam.

Serokwezîrê Libnanê Temmam Selam êrîşa li ser bajarokekî sînorî ji aliyê serhildayên Sûrî ve wekî êrîşekê li ser Libnan û gelê wê binav dike.

Birêz Selam dibêje, hikûmetê dê vê yekê qebûl neke û nehêle ku pirsgirêk ji bin kontrolê derkevin. Ew herwiha dibêje ku artêş kar dike jibo vegerandina aştî û aramiya bajarokê Ersal, cihê ku şer derengî şevê lê berdewam kir.

Karbidestên artêşa Libnanê îro Yekşemê gotin heşt leşker û du kesên sivîl di tundûtûjyê de hatine kuştin.

Karbidestên Libnanî dibêjin, tundûtûjiyê destpê kir dema ku efserên ewlekariyê endamekî rêxistina serhildayan ya Cebhet el Nusra li ser xaleke kontrolê girtin.

Di encamê de çekdarên serhildayan derbasî Ersal bûn û daxwaza azadkirina wî kesî kirin. Wan polîsxane kontrol kirin û bo demeke kurt jimareke leşker dîl kirin.

XS
SM
MD
LG