Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Êrîşa Ser Tunelên Hamasê Berdewam Dike


Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu do Şemiyê got ku dema leşkerên Îsraîlî karê wêrankirina tunelên Hamasê bidawî bînin, ewê artêş careke din li gorî pêdiviyên ewlekarî yên Îsraîlê were belavkirin.

Birêz Netanyahu got, Îsraîl heta nuha bi dehan tunelên Hamas wêran kiriye. Ev tunel ji aliyê rêxistina mîlîtan ya Filestînî tên bikaranîn jibo derbaskirina çek û şervanan nav axa Îsraîlê.

Lê belê, Îsraîl êrîşên xwe îro Yekşemê li başûrê Xezayê berdewam kirin. bijîşk li Xezayê dibêjin, êrîşa li ser dibistaneke NY li devera Refeh ku Filestîniyên jiber êrîşên Îsraîlê têde bûn, bi kêmî heft kes bi xwe re kuşt û 30 kes birîndar kir.

Hemdem, şandeyên ji Hamas û rêxistina Cîhada Îslamî gihiştine Qahîre paytexta Misirê jibo gotûbêjkirina pêşniyara agirbestekê. Ev danûstandin ji aliyê karbidestên Misirî û Amerîkî têne birêvebirin. Îsraîl hîn kesek neşandiye van gotûbêjan.

XS
SM
MD
LG