Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zana Omer: Neparastina Şingalê Metirsîneke Mezin e li ser Hebûna Kurdên Êzîdî


Di encama êrîşên DAIŞê yên dawî yê li ser devera Şingalê, gelek Kurdên Êzîdî ji malê xwe reviyan çiyê, bê xwarin bê av ta xwe ji xezeba DAIŞê ve biparêzin, û hinekî din ji wan çûn Rojavayî Kurdistanê û li wir man.

Çawa Kurdên Rojavayê Kurdistanê, pêşwaziya wan kirin, û çi ji bo wan amadade kiribûn? Herwiha jî rewşa Kurdên Êzîdî li Rojavayî Kurdistanê çawa ye piştî gefa DAIŞê bi wêrankirina mezargehên ola Êzîdiyetê li Laleşê?

Rojnemevan Zana Omer di hevpeyvîna xwe de bi Dengê Amêrîka re bersiva van pirsan dide.

Birêz Zana dibêje, ger Şingal neyê parastin, wê hemû Êzîdî ji Kurdistan birevin, ji ber hovîtiya DAIŞê li ser kêmaniyên olî li wan deveran.

Zana herwiha dibêje ku kesên ji Şengalê reviyan Rojavayê Kurdistanê, bi dilgermî hatin pêşwazîkirin û li du kampan hatin bicîkirin.

Ji bo guhdarîkirina vê Hevpeyvînê, feromo vî faylê deng bitikîne.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:23 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG