Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilcivîna Amerîkî-Afrîkî li Washington Dom Dike


Rêvebiriya Serokê Amerîkî Barack Obama li ser bihêztirkirina peywendiyan ligel Afrîka kar dike bi riya hilcivîneke sê roj li Washington jibo 50 serok dewletên Afrîkî.

Gotûbêjên konferansa ku do Duşemê destpê kir bal kişand ser jimareke pirsgirêk wekî ewlekarî, saxlemî, jîngeh û gendelî.

Di yekê ji civînan de, Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry bang li beşdaran kir ku jibo demokrasî û mafên kesayetî li welatên xwe kar bikin.

Cîgirê Serokê Amerîkî Joe Biden jî got ku li parzemîna Afrîka abûriyên herî bilez geş dibin hene. Wî herwiha da zanîn ku ew abûrî dê alîkariya çêkirina pêşketinên cîhanê bikin.

Serok Barack Obama dê îro Sêşemê beşdarî Forumeke Kardariya Amerîkî Afrîkî bibe û roja Çarşemê jî dê li çend civînên li ser geşebûna abûrî, ewlekariya herêmî û hukumraniya baş amade bibe.

XS
SM
MD
LG