Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Neteweyên Yekbûyî û Lêxweşbûna Navnetewî Balê Dikşînin ser Rewşa Êzîdîyan


Êzîdîyên ku li Çîyayê Şengalê ase mane
Êzîdîyên ku li Çîyayê Şengalê ase mane

Civata Ewlehîya Neteweyên Yekbûyî êrîşên Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) li hember civaka Êzîdî şermezer kir.

Civata Ewlehîyê hişyarî da ku ew kesên ku ji êrîşan berpis in, dikarin bi tawanên dijî mirovahî bêne dad kirin.

Civata Ewlehîyê herwiha da zanîn ku DAÎŞ ne tenê gefa ser Sûrîyê û Îraqê ye, lê herwiha jibo aştî û aramîya herêmî jî tehdîteke mezine.

Rêxistina Lêxweşbûna Navnetewî Amnesty International bang li bîragiştî ya navnetewî kir ku alîkarîya sîvîlên Êzîdî kir.

"Bi sedan sîvîlên ji Şengalê û deverên derdora hinda ne û tirs heye ku hatibin kuştin yan revandin. Dîsa, bi deh hezaran Êzîdîyên sîvîl li serê çîyan, bê av û nan û pêdivîyên bingehîn ase mane."

Lêxweşbûna Navnetewî bal kişand ku Êzîdî bi awayekî sîstematîk rastî giwaştin û zordarî tên û jiber ola wan ya dîrokî ew dibin armanca DAÎŞ.

XS
SM
MD
LG