Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Biryara Êrîşên Esmanî li Dijî DAÎŞ Dide


Êzîdî roja Pêncşemê li pêş Qasra Spî bûn
Êzîdî roja Pêncşemê li pêş Qasra Spî bûn

Serok Barack Obama fermana êrîşên esmanî da ku karmendên Amerîkî li Hewlêr û Bexda û herwiha sîvîlên Êzîdî ku li Çîyayê Şengalê ase mane, biparêzin.

Serok Obama got, wî fermana êrîşên esmanî dayem eger Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) ber bi Hewlêrê ve nêzîk bibe

Karbidestên Amerîkî herwiha radigihînin operasyona alîkarîya mirovahî destpê kiriye û firokên Amerîkî ji firokan alîkarî şandine sîvîlên Êzîdî ku çend roj in li çîyê ne.

Hêjayî gotinê ye, bi deh hezaran sîvîl neçar mabûn warên xwe biterkînin, piştî ku DAÎŞ êrîşên xwe zêde kiribû û bendava Musilê ku mezintirîn çavkanîya av û elektîrîkê ye, kontrol kiribû.

XS
SM
MD
LG