Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Îraqê ji Abadî Xwest Hikûmetek Nû li Îraqê Pêk Bîne


Serokê Îraqê Foad Masûm ji Hayder al-Abadî cêgirê serokê parlemanî xwest hikûmetek nû pêk bîne di demk de ku ew welat şerê çekdarên Dewleta Îslamî dike.

Al Abadî îro ji alîyê lîsta serkî ya Şîa li Îraqê, Hevpeymaniya Niştîmaî bo karê serok wezîrî hat berbijar kirin.

Ev biryar hat dan li demê ku Serok Wezîr Nourî al Malikî bizavê dike li ser desthilatê bimîne dijî xwasta Suniyan, Kurdan û hinek Şîa ku dixwazin li ser desthilatê nemîne.

Her îro, Bilindtrîn dadgeha Îraqê got lîsta Malikî mezintrîn lîste di parlemanî de. Serok Wezîrê Îraqê Malikî got ew dê dozek qanûnî li dijî Serokê Iraqê Foad Masûm tomar bike ji ber ku li gor gotina wî Serok Foad Masûm zêdegavî li ser destûrê Iraqê kir ye.

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry got pêk anîna hikûmtê bo tenahiya Îraqê giringe û rijdî li rêzdar Malikê kir destûdarî pitir neşarîne.

XS
SM
MD
LG