Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kurdên San Diego Komkujiyên Şengalê Protesto Dikin


Kesên ku protesto birêxistin
Kesên ku protesto birêxistin

Kurdên bajarê San Diego li wîlayeta California derketin xwepêşandinekê jibo piştgiriya xelkên Şengalê û Kurdistanê bi giştî.

Xwepêşandina ku li navenda bajêr pêk hat bala welatiyên Amerîkî û dezgehên ragihandinê kişand.

Çalakvan Mihemed Elî Berwarî ku ew jî li xwepêşandinê amade bû ji Dengê Amerîka re dibêje ku peyama wan ew bû ku gelê Amerîkî bizane çi bi serê Kurdan li ser destên çekdarên DAÎŞ tê.

Birêz Berwarî herwiha dide zanîn ku dem nuha jibo Kurdan baş e ku yekîtiya xwe bihêztir bikin û Kurdên San Diego dê bi her awayî piştgiriya wê yekîtiyê bikin.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka jêrîn klik bikin.

Hevpeyvîn ligel Mihemed Elî Berwarî
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:37 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG