Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Malikî Biryar Da Deshilatê Berde


Endamekî parlemana yê Şîa îro gote Ajansa Associated Press, Serokwezîrê Îraqê yê kêşe li ser Nurî el Malikî razî bû ji ser desthilatê bê xwarê.

AP ragihand ku Malikî wê piştevanîya wî kesî bike ku li şûna wî hate destnîşan kirin.

Eger Malikî desthilatê bihêle, biryara wî dê dawîyê bi binbesta sîyasî bîne ku bûye eger Bexda di destûdarekê nedîyar de bimîne, ew jî di demeke de ku ew welat şerî serhildaneke çekdar ya Sunnîyan dike.

Hikûmeta Îraqê ragihand ku îşev Malikî dê gotarekê di televîzyona dewletê de belav bike.

Malikî ev çend hefte ye ku bizavê dike, bo cara sisêyan, jibo çar salên din bibe serokwezîr, lê hevrikên wî tim bizav dikir ku wî ji ser desthilatê bînin xwarê.

XS
SM
MD
LG