Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Der Spiegel: Ajansa Zanyariya Almanî Sîxorî li ser Kerry û Clinton Kiriye


Dîmenek ji nav avahiya BNDê.

Kovara Der Spiegel ya Almanî îro Şemiyê ragihand ku ajansa zanyariya derve ya Almanya sîxorî li peywendiyên telefonî yên Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry û wezîra berê Hillary Clinton kiriye.

Kovara heftane ya nûçeyan got ku ajansa bi navê BND tê zanîn, axaftinên telefona satelîtî yên John Kerry di sala 2013ê de tomar kiriye, wekî beşek ji çavdêriya wê ya peywendiyên li Rojhilata Navîn. Li gorî Der Spiegel, ajansê herwiha peywendiyek di navbera Hillary Clinton û Seketerê berê yê NY Kofî Annan tomar kiriye.

Kovara Almanî jêdera van agahiyên xwe neda, lê got ku peywendî bi şaştî hatibûn berhevkirin û ev hersê karbidest ne rasterast hatibûn armanckirin. Agahiyên tomarkirî yekser hatibûn hilanîn.

Berdevkekî balyozxaneya Amerîkî li Berlînê red kir ku li ser mijarê bipeyive. Ajansa zanyarya Almanî jî red kiriye ti şiroveyan demûdest bide.

XS
SM
MD
LG