Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: Hejmara Qurbanîyên Şerê Sûrîyê ji 191 Hezar Borîye


Neteweyên Yekbûyî (NY) dibêje, hejmara qurbanîyên şerê navxweyî ya Sûrîyê ji 191 hezar kesan borî.

Ev hejmar îro Înîyê ji alîyê ofîsa mafên mirovan ya Neteweyên Yekbûyî hate eşkere kirin.

Karbidestên NY bal dikşînin ku hejmara kuştîyan ji texmînên herî dawî ya sala borî, du car pirtir bûye.

Berpirsa mafên mirovan ya NY Navi Pillay pênasînê dike ku hejmarên rastîn hîn zêdetir bin.

Pillay civata navnetewî rexne kir ku ser Sûrîyê nekarîbûn bigiheştin rêkeftinekê.

“Divê dewletên cîhanê nema çekan bişînin Sûrîyê jiber ku ew yek kuştinkarîya heyî gelektir dike.”

XS
SM
MD
LG