Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îdrîs Nahsan ser Rewşa Kobanê Agahîyan Dide


Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di nav çend rojên borî de du gundên stratejîk xiste bin kontrola xwe.

Cîgirê Berpirsê Karên Derve yê Kantona Kobanê Îdrîs Nahsan ji Dengê Amerîka re qala girîngîya wan gundana dike û agahîyan li rewşa giştî ya Kobanê dide.

Birêz Nahsan dibêje, bi destxistina gundên Caadê û Qubê YPG gaveke pir stratejîk avêt û xwe nêzîkî Pira Qaraqozak kir.

“Niha armanca YPG ev e ku pirê bigire destê xwe û rojhilata Çemê Feratê bi temamî kontol bike. Eger ev pêk were, hîngê rê li ber êrîşên DAÎŞ bêne girtin.”

Nahsna dide zanîn ku gelek gundîyên Ereb ku berê destek didan DAÎŞ hêdî hêdî piştgirîya xwe ji wê koma tundrê dikşînin û bang li YPG dikin ku were gundên wan.

Idris_Nassan_8_22_14_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:24 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG