Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Gotûbêj di Navbera Hikûmeta Yemen û Hewsiyan de Radiwestin


Xwepêşandina Hewthiyan li Yemenê.
Xwepêşandina Hewthiyan li Yemenê.

Şandeyeke serokatiya Yemenê dibêje, komeke serhilda ya Şîa red kiriye ku xwepêşandinên xwe yên dijî hikûmetê rawestîne.

Berdevkê serokatiyê Ebdulmalik el Mixlafî îro Yekşemê ragihand ku ewê şande vegere Sanaa ya paytext da ku rewşê ligel serok giftûgo bike piştî ku Hawthiyan bernivîseke wan red kirin. Bernivîs banga avakirina hikûmeteke nû dike û herwiha banga lêvegerekê dike jibo siyasetên welêt yên abûrî bo rawestandina xwepêşandinan.

El Mixlafî li ser rûpela xwe ya fermî ya Facebookê got ku bernivîsa şandeyê rastî redkirin, serhişkîyê hat.

Gotûbêj li bajarê Saada yê bakurê Yemenê pêk hatin.

Ji Duşema bûrî de, xelkên Hawthi xwepêşandinên berfireh destpê kirine û çadir li nêzîk avahiyên hikûmetê vegirtine. Ew daxwaza roxandina hikûmetê û hilanîna biryarekê derbarê guherîna nirxê sotemeiyê dikin.

XS
SM
MD
LG