Piştî hêrîşeke asmanî yên Îsraîlê avahiyek li Kerta Xezayê li erdê xist, serokwezîrê Îsraîlî Bejnamin Netanyahu got ku gerek rûniştvanên dorbera Xeza ya bin kontrola Hamas de ji malên xwe derkevin.
Leşkerê Îsraîlî got ku wê hişyarî dabû xelkê da ku derkevin berî na herishe asmanî çê bit. Ev hêrîşên asmanî dora 20 kesan birîndar kirin.
Roja Şembiyê, serokê falistînî Mahmoud Abbas bi endamên mezin yên kombenda Ereb re rûnişt da ku agirbesteke nû destpê bikin, piştî hefteya çûy agirbest xirab bû.
Misr bang li Îsraîlî û Filistîniyan dike ku agirbesteke herdemî pêk bînin û bizivrin gotûbêjên ne rasterast li Qahîre.