Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hagel: Heft Hikûmetên Ewropî ligel Amerîka Çek Dişînin Kurdan


Wezîrê Barevanî yê Amerîka Chuck Hagel dibêje, heft hikûmetên Ewropî qayil bûn ku ligel Amerîka çekan bişînin hêzên Kurdî ku li bakurê Îraqê şerê Dawleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAÎŞ) dikin.

Daxuyanîyeke Pentagon dibêje, Brîtanya, Kanada, Arnavutluk (Albanya) û Hirvatistan (Kroeyşa) wê tev li Danîmarka, Îtalya û Fransa bibin ku sîlahîn ku pir pêdivî ne, bişînin Kurdan.

Cîhadîyên DAÎŞ di meha Hezîranê de gelek deverên rojava û bakurê Îraqê xistibûn bin kontrola xwe. DAÎŞ di destpêka vê mehê de jî, hêzên Kurdan neçar kirbû ku ber bi paytax Hewlêrê ve vekêşin.

Di pêşketineke din de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî do Sêşemê li Hewlêrê bi Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cevad Zarîf re hevdîtinek kir.

Birêz Barzanî got, Îran welatê yekê bû ku alîkarîya leşkerî sand hêzên Kurdan ku şerê DAÎŞ dikin.

XS
SM
MD
LG