Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Bi Merasîman Erka Serokomarîyê Wergirt


Serokomarê Tirkîyê, ku cara pêşî bi dengê gel hate hilbijartin, Recep Tayyîp Erdogan, bi sonda yasayî û merasîman bi fermî dest bi kar kir.

Di merasîma radestkirina erka serokomarîyê de, Serokomarê berê Abdullah Gul û Serokomarê nû Recep Tayyîp Erdogan li pêşberî beşdaran axifîn.

Birêz Gul, Erdogan wek birayê xwe yê qedîm yê 40 salan yê heman dozê bi nav kir û kêfxweşîya xwe ya jibo radestkirina erka serokomarîyê anî ziman.

Serokomarê nû Erdogan jî bal kişand ser ku di 91 salên Komara Tirkîyê de, cara pêşî serokomarek bi dengên gel tê hilbijartin.

“Li Tirkîyeya berê nearamî, şik, guman û dudilî hebû. Ew serdema berê, me bi reformên gav bi gav hatin pêkanîn, li pişt xwe hişt. Herî dawî jî, bi hilbijartina serokomar ji alîyê gel ve, me serfirazîya xwe ragihand.”

Serokomar Erdogan got, “Emê ligel hikûmetê dest bidin hev û aborîya Tirkîyê pêşdetir bixin û aramîya civakê zêdetir bikin. Emê bi hembêzkirina 77 mîlyon hemwelatîyan, pêvajoya çareserîyê jibo hezdarkirina welat, yekîtî û bihevremayîna civakê berdewam bikin.”

Merasîma radestkirina erka serokomarîyê, bi xwarina êvarê ku Serokomar, Serokwezîr û nûnerên welatên cîhanê û nûnerên partî û pêkhatên civaka Tirkîyê beşdarî kirin, bi dawî bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di merasîma serokomarîyê de beşdar bû ku berîya vê jî, roja Çarşemê di kongra AKP’ê de amade bibû.

Piştî xwarina êvarê û merasîman, Birêz Erdogan bi Serokê Giştî yê AKP’ê û Wekîlê Serokwezîr Ahmet Davutoglu re cara pêşî bi erka serokomarîyê hevdîtin pêk anî.

Serokomar Erdogan, Ahmet Davutoglu jibo kabîneya hikûmeta 62’yan ya Tirkîyê wezîfedar kir ku ew ê roja Înîyê kabîneya xwe pêşkêş bike û bibe serokwezîrê Tirkîyê.

Merasîma Erdogan
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:45 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG