Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Kurdên Êzîdî li Batmanê Çi ye?


Kurdên Êzîdî ku ji hivitîya DAÎŞ revîne
Kurdên Êzîdî ku ji hivitîya DAÎŞ revîne

Penaberên Kurdên Ezîdî ku ji tundûtûjî ya DAÎŞ revîyan, niha li çend bajarên Tirkîye de cîh bûne ku yej ji wan jî Batman e.

Tê ragihandin ku heta niha nezîkî 2.000 Kurdên Ezîdî hatînê vî bajarî.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de, Mehmet Uçar, xebatkarê kempeyna alîkarîya Kurden Ezîdî li Batmanê agahîyan li ser rewşa Kurdên Êzîdî dide.

“Rexistinên sîvîl yên demokrat, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û her wiha gelê Batmanê alikarîya penaberen Kurden Ezîdî dikin. Heta niha ji alîyê Walîtîya Batmanê yan jî ji alîyê hikûmetê ve ti alîkarî nehatiye. “

Birêz Uçar bang li hemî Kurdan dike ku piştgirî bidin hewlên wan û xwedî li Kurdên Êzîdî derkevin.

“Êzîdî rûmeta Kurdan in. Xwedî li rûmeta xwe derkevin jiber ku Kurdên Ezîdî rûmeta dîroka Kurdistanê ne”.

Hevpeyvin li gel Mehmet Ucar
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:32 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG