Fermandarên Afghanî gotin ku bi kêmî şeş kes roja Şemiyê hatin kuştin piştî teqînekê li birayargên Amerîkî li bajarê Jelalabad.
Dîdevan Ehmed Şah dibêje, "sibe zû bû ez û zarokên xwe di xew de bûn, taqînek xurt pêk hat û dengê teqînên din da dû. Dema ez ji oda xwe derketim tozê xwe li min girt. Ez û zarokên min ji ber pençerên şikestî birîndar bûn.
Berdevkê parêzgarê parêzgeha Nangarhar got ku ew êrîş bi teqandina otombîlekê despê kir û piştre şerekî dirêj pêk hat.
Karbidestên saxlemiyê gotin, bi kêmî 45 kes birîndar bûn. Berdevkekî Talîban berpirsiya vê êrîşê xist stûyê rêxistina xwe.