Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ebola Digihêje Welatê Senegal


Vîrusa Ebola gihiştiye welatê Senegal li Rojavaya Afrîkayê.

Wezîra Saxlemiya Senegal Awa Marie Coll Seck dibêje, xwendekarekî zanîngeheke Guinea, ku peywendiya wî ligel nexweşên Ebola li welatî wî hebûn, li nexweşxaneyeke paytexta Senegal, Dakar, daxwaza dermankirinê dikir.

Xanim Marie got, ev kes yekser hate xistin bin çavdêriya taybet. Mînak tên wergirtin jibo zeftkirina hebûna vîrusa Ebola. Encamên testên ku hatine kirin erênî ne. Heta nuha rewşa yê nexweş baş e.

Senegal welatê pêncemîn e ku li wê herêmê rastî vîrusa Ebola tê. Heta nuha bêtirî 1500 kes jiber belavbûna vîrusê hatine kuştin. Piraniya haletên mirinê li Guinea, Libera û Sierra Leone pêk tên.

XS
SM
MD
LG