Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer di Navbera Aştîparêzên Filîpînî û Serhildayên Sûriyê de li Colan Derdikeve


Şerek di navbera aştîparêzên Filîpînî û serhildayên Sûrî de li herêma Colan ya jêr kontrola Îsraîlê derket.

Wezîrê Berevaniya Filîpînê Voltaire Gazmin got ku mîlîtanan îro Şemiyê êrîşî yek ji herdu kampên aştîparêzan kirin. Ti raportên demûdest derbarê ketina qurbaniyan tune bûn.

Hemdem, Neteweyên Yekbûyî banga azadkirina 44 aştîparêzan dike, ewên ku berî du rojan ji cihê posta xwe li ser sînorê Sûriye û Îsraîl hatibûn revandin.

NY do Îniyê got ku wê ji jêderên bawerpêkirî bihîstiye ku aştîparêzên revandî di rewşeke baş de ne.

XS
SM
MD
LG