Peyamnêrê Dengê Amerîka li paytexta Pakistanê Ayaz Gul dibêje çend kameremanên ku bi dezgehên ragihandina Pakistanî re kar dikin roja Şemyê birîndar bûne û polîs li çend rojnemevanan xistiye.
Bi kêmî sê kes hatin kuştin û bêtir ji 300 kesên din birîndar bûne ji dema ku pevçûnan roja Yekşemê destpê kirine.
Ev xwepêşedan ji beriya du hefteyan li ber parlamana welêt lidar ketine. Xwepêşander hewl didan ku êrîşî mala serokwezîr Newaz Sharîf bikin. Polîsan bi gaza îsotê û fîşekên derewîn li wan vegerand.
Xwepêşanderên ku daxwaza dest ji kar kêşana serokwezîr dikin, ji aliyê siyasetmedar Imran Xan û Melayê tundrê Tahir Qadir ve tên birêve birin. Ew îdîa dikin ku sexteyeke mezin di hilbijartinên Gulana bûrî de çê bûne. Di wan hilbijartinan de Newaz Şerîf bi piraniya dengan gihişt desthilatê.
Çavdêrê navnetewî gotine ku ev hilbijartin bi giştî qenc û aza bûn.
Serokwezîr Şerîf ê ku dixwest bi çend giftûgoyan ligel opozisyonê pirsgêkên siyasî çaresere bike, dibêje ew dev ji posta xwe bernade.