Îsraîl dibêje, wê firokeyeke bêmirov xistiye ku ji Sûriyê derbasî asmanê herêma Colanê dibû.
Artêşa Îsraîlî got, bûyer roja Yekşemê li nêzîk xala sînorî ya Quneytra pêk hat. Hêzên hikûmeta Sûriyê li wê deverê ketine nav şerekî giran ligel serhildayên ku daxwaza roxandina rejîma Serok Beşar Esed dikin.
Îsraîl dibêje, ew bawer dike firokeya bêmirov ya artêşa Sûrî û bi şaştî derbasî sînorê asmanê Îsraîlê bûye.
Hikûmeta Îsraîlê dibêje, mûşekeke Patriot ew firoke anî xwarê.