Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Amerîka Seredana Rojhilata Navîn Dike


Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry roja Sêşembî berev Rojhilata Navîn bi rê ket bo danûstandinan li ser desûdarê Îraqê û gefa milîtanên Dewleta Îslamî.

Biryare li seredana xwe, Wezîrê Derve digel karbidestên Urdin û Erbistana Seûdî kom bibe û şêwrî bi hevabendên din rê bike.

Di gotarekê de êvara roja Dûşembî, Kerry got ew yê bizavê dike ku hevalbendiyek berfire pêk bîne bo bersînggirtin û şkandina komela Dewleta Îslamî.

Kerry herwiha pesna parlimanê Îraqê da bo pijrandina hikûmeta nû ya yêkgirtî, û bi pêngavek giring da nasîn hem bo wî welatî û hem bo bizavên Amerîka dijî tûndrêyên Dewleta Îslamî yên ku çend deverên bakura Îraqê û rojhilata Sûrîyê control dikin.

XS
SM
MD
LG