Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erebistana Sûidî dê Mêvandariya Kombûnekê li ser Terorîsmê Bike


Erebistana Sûidî dibêje bo danûstandinan li ser bizavên dijî terorîsmê dê mêvandariya kombûnekê digel hevalbendên xwe û Amerîka bike.

Biryare kombûn roja Pêncşembî li bajarê Jidda li ser Behra Sor bê kirin. Nûnerên Misirê, Tirkîyê, Urdin û endamên Civata Hevkariya Kendavê ya şeş endam li kombûnê dê pişkdariyê ken.

Li gor raportan, Erebistana Sûidî gelek aloze ji ber pêşveçûna berdewam ya Dewleta Îslamî. Hindek şareza bawer dikin ku Memleketa Sûidî di xema hindê de ye ku komela Dewleta Îslamî ku çend deverên Îraqê û Sûrîyê kontrol kirîne, welatîyên Sûidî bo xwe rakêşe.

XS
SM
MD
LG