Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HRW Banga Vekolînekê Derbarê Êrîşên Asmanî yên Hikûmeta Îraqê Dike


Logoya HRW.

Rêxistina Human Rights Watch ya mafên mirov îro Yekşemê banga velokînekê kir, piştî êrîşeke asmanî ya Îraqî li dibistanekê ket ku malbatên penaber tê de cih digirtin. Di encama êrîşê de 31 kesên sivîl hatin kuştin, di nav de 24 zarok.

Ev êrîş hatin rojekê piştî ku serokwezîrê nû yê Îraqê ferman da artêşê ku bombebarankirina deverên rûniştvanan yên jêr destê mîlîtanan rawestîne da ku jimara qurbaniyên sivîl kêm bibe.

Rêxistina Human Rights Watch ku bingeha wê li bajarê New York e, di daxuyaniyekê de got, êrîşa 1ê Îlonê li bajarokê Elam pêk hat, ku ji derveyê bajarê Tikrit yê bakurê Îraqê dikeve. Ev bajar ji Hezîranê de ketiye bin destê mîlîtanên Dewleta Îslamî ya tundrê. Daxuyaniyê got, 41 kes di wê êrîşê de birîndar bûbûn.

Kesên ji êrîşê rizgar bûne, di hevpeyvînên telefonî bi HRW re got ku 70 kes di wê dibistanê de bicî bûbûn. Ew bixwe ji bajarê Tikrit reviyabûn. Wan got, ti mîlîtan yan alavên leşkerî li nêzîk dibistanê di dema êrîşê de nebûn.

Şêwermendê taybet yê HRW Fred Abrahams got ku Dewleta Îslamî zêde hov e, lê ev ne behane ye jibo tiştê ku hikûmeta Îraqî dike. Wî bang li hevalbendên hikûmeta Îraqî di şerê Dewleta Îslamî d kir ku zext û fişarê li Bexdayê bikin da ku vê rengê tundûtûjiyê rawestîne.

Karbidestên Îraqî demûdest li ser vê daxuyaniyê ti şirove nedane.

XS
SM
MD
LG