Li vê dema ku amadekarî li ser asta navneteweyî tên kirin jibo pêkanîna hevpeymaniyekê jibo şerê rêxistina Dewleta Îslamî li Îraq û Sûriyê (DAÎŞ), Kurdên Sûrî jî hewil didin beşek ji wê prosesa şerê dijî rêxistina terorîst.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Dr. Kawa Azîzî, endamê komîteya navendî ya Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê dibêje ku Kurd amade ne hêzekê li Rojavayê Kurdistanê jibo şerê DAÎŞê durist bikin.
Dr. Azîzî dide xuyakirin ku nuha hinek Pêşmegeyên Rojava li Kurdistana Îraqê hene û eger rêkeftinek pêk hat, ew amade ne werin şandin bo Rojavayê Kurdistana.
Jibo guhdarîkirina dirêjahiya vê hevpeyvînê, fayla dengî klik bikin.
Şîroveyan bibîne (1)
Pirtir şîrove bar dike