Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Stenbolê Nebûna Perwerdeya Kurdî ya li Dibistanan Hate Protestokirin


Dîmenek ji Xwepêşandinê.
Dîmenek ji Xwepêşandinê.

Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) û Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) bi minasebeta sala nû ya perwerdehiyê jibo mafe perwerdehiya Kurdî bê dayîn çalakî lidar xistin.

Di xwepêşandana ku roja Duşemê pêk hat de, astengiyên li ber perwerdehîya zimanê dayikê li dibistanan hatin protesto kirin û mohrkirina dibistana seretayî ya Ferzad Kemanger ku li Amedê 15’ê Îlonê anku do hatibû vekirin hate şermezar kirin.

Li xwepêşandanê hate bîr xistin, her sal jibo balkişandina ser mafê perwerdeya zimanê dayikê hefteyekê dibistanên fermî têne boykot kirin ku îsal jî hefteyekê zarokên Kurd naçin dibistanan.

Serokê Enstîtuya Kurdî Samî Tan her sê dibistanên li Kurdî yên li Amed, Cizîr û Geverê hatine vekirin pîroz kir.

Hevserokê DBP’ê yê Stenbolê Emrûllah Bîngul jî dîyar kir, “Bi destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê re zarokên Kurd û yên miletên din li Tirkîyê, jiber perwerdehiya yekzimanî û înkarkirina zimanê xwe xemgîn in. Ev helwesta qedexekar rûreşiya dewletê ye.”

Li xwepêşandanê hate xwestin, mafê perwerdehiya zimanê dayikê wek mafekî rewa yê mirovî demildest were dayîn û parlemena Tirkîyê jî bi qanûnan vî mafî misoger bike.

Hêjayî bi bîrxistinê ye, roja Duşemê bi pêşengiya HDP, DBP, Kurdî Der, Egitîm Sen û hin dezgehên din yên sivîl, bi minasebeta destpêkirina sala nû ya perwerdehiyê, jibo ku zarokên Kurd bi zimanê dayikê perwerde bibin li gelek bajaran çalakî hatin lidar xistin.

Raporta Stenbolê
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:17 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG