Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zanayên Olî yên Saudî Kiryarên DAÎŞ Şermezar Dikin


Bilindtirîn desteya zanayên olî li Erebîstana Saudî fetwayek derxist û tê de terorîsm wek kiryarên hovane nav kir.

Civata Zanayên Olî îro Çarşemê bi daxiyanîyekê got, divê kiryarên DAÎŞ li gor şerîata Îslamê bêne ceza kirin.

Civata Zanayên Olî herwiha ragihand ku ew piştgirî dide hewlên Erebîstana Saudî ta tepesekirina piştevanên DAÎŞ û herwiha El Qayde û koma Hawthi ya serhildayên Şîa li Yemenê jî.

Endamên vê civata alîman ji alîyê hikûmetê ve têne destnîşan kirin û wek parezvanên Wahabî tên dîtin.

Karbidestên Saudî bang li zanayên olî kiribû ku bi awayekî tundtir dijî terorîzmê biaxifin.

XS
SM
MD
LG