Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ferhad Baqir: Kareseteke Mirovahî li ser Destê Terorîstên DAÎŞ li Kobanî Dibe


Ji ber êrîşên hovane yên Çekdarên rêxistina terorîst ya Dewleta Îslamî (DAÎŞ) li ser Kobanê, bi hazaran rûniştvanên wê bûne penaber û xwe li sînorê Tirkiyê xistine, da xwe ji kuştin yan girtina DAÎŞê biparêzin.

Ta nuha ti kes bi hawara wan ve nehatiye û hîn ew li kolan û kuçeyên Sirûcê bê war û bê guhdan dimînin.

Di derbarê vê rewşê de parêzer Ferhad Baqir ji Dengê Amerîka re li ser rewşa Kobanî û penaberên wê axivî û got:

"Rewaşa ku Kobanî tê de derbas dibe Kareseteke mirovahî ye û divê bilez hemû rêxistin û saziyên navneteweyî bilivin da ku çareseriyekê ji rewşa penaberan re bibînin, ji ber jiyana wan di bin metirsiyeke mezin de ye."

Birêz Baqir herwiha dibêje, divê ku hemû kurd nakokiyên xwe deynin aliyekî û têkevin şerê beramberî DAÎŞê.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, fayla deng ya jêrîn klîk bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:06:25 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG