Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan A. Rahman Gok Li Ser Rewşa Sînorê Kobanê û Sirûcê Diaxive


Abdulrehman Gok
Abdulrehman Gok

Ji 15 mehê de êrîşên DAİŞ li ser devera Kobanê zêde bûn. Xelkên Bakûrê Kurdistanê ber bi sînor ve kom bûn. Ji roja Yekşemê vir ve di navberê xelkên li sînor û hêzên ewlehiyê de pevçûn rûdidin.

Rojnamevanê Kurd û Edîtorê Ajanasa Dîcleyê (DİHA) Abdurrahman Gok ku sê roj in li ser sînorê nav gundê Edmanik û Ovanê ye, ji Dengê Amerîka re behsa rewşa sînor kir.

Birêz Gok da zanîn niha ji sê hezarî zêdetir xelk li ser sînorê Kobanê kom bûne. Ciwanên Kobanê ji zarok, jin, kal û pîran derbasî aliyê Sirûcê (Pirsûs) kirin û ciwan şûnde vegeriyan Kobanê. Herwiha da zanîn, bi sedan ciwan jî ji alî bakur derbasî Kobanê bûn. Wî daxuyakirin di nav sê rojan de li devera ku ew lê bûye nêzî 10 hezar kes derbasî aliyê Bakur bûn û got "Lê reqama ku dewlet dibeje ne rast e."

Edîtorê Ajansa DİHAyê daxuyakirin leşkeran li ser sînor çûn-hatinê asteng kirine û nahêlin kes derbas bibe. Herwiha destnîşan kir ku Wezareta Karê Navxwe biryar daye dewlet bixwe pêşwaziya xelkên Kobanê bike bêyî rêxistin û partiyên Kurdên li Bakur.

Rojnamevanê Kurd behsa îddiayên gundiyan jî kir ku gotibûnTirkiyê jibo DAİŞê bi trenê tank û top hinartiye aliyê Kobanê.

Hevpeyvîn bi Rahman Gok re
please wait

No media source currently available

0:00 0:08:30 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG