Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrîşên Esmanî Yên Amerîkî Jibo Kurdên Sûrî Tên Çi Wateyê?


Çend rojan piştî ku rêxistina Dewleta Îslamî (DAÎŞ) dest bi êrîşên xwe li ser herêma Kobanê kir, Amerîka nifşê yekem ji êrîşên xwe yên asmanî li dijî rêxistina terorîst li Sûriyê ragihand.

Rêvebiriya Amerîkî dibêje, ev êrîş beşek in ji plana Serok Obama jibo şerê DAÎŞ li Îraq û Sûriyê.

Gelo jibo Kurdan êrîşên asmanî yên Amerîkî tên çi wateyê? Heta kîjan radeyê Kurdên Sûrî dikarin sûdê ji van êrîşan bigirin? Bersiva van pirsan di vê programa Em û Siyaset ya Dengê Amerîka de tê dayîn.

Mêvanê vê progamê lêkoler û nivîskarê siyasî Merwan Osman e. Herwiha jimareke mêvanên din jî, wekî birêz Mihemed Salih Xelîl, Mistefa Ebdî û peyamnêrê me li Qamişlo Zana Omer jî beşdarî vê giftûgoyê bûn.

Jibo guhdarîkirina programê, lînka jêrîn klik bikin.

Programa Em û Siyaset
please wait

No media source currently available

0:00 0:25:44 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG