Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Ser Gotinên Biden, Îmarat Daxwaza 'Zelalkirineke Fermî' ji Amerîka Dike


Ala Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî.
Ala Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî.

Mîrgehên Ereb yên Yekbûyî (Îmarat) dibêje, ew zelalkirineke fermî daxwaze li ser gotinên vê dawiyê yên cîgirê Serokê Amerîka Joe Biden ku gotibû hevalbendên Amerîka yên Rojhilata Navîn pere û çekan dişînin ji radîkalên ku li Sûriyê şer dikin.

Birêz Biden roja Pêncşemê li dema gotarekê li Zanîngeha Harvard ev axaftin gotibû.

Îro Yekşemê, ajansa nûçeyan ya fermî li Îmarat daxuyaniyeke wezîrê karûbarên derve Enwer Gergeş belav kir tê de got ku gotinên Biden “gelekî dûrî rastiyê ne.” Gergeş got ku ev gotinên wiha nêrîneke neyênî û nerast didin li ser piştgiriya Îmarat bo rûbirûbûna rêxistina Dewleta Îslamî.

Îmarat hevalbendeke Ereb yê girîng e jibo Amerîka di hevpeymaniya li dijî Dewleta Îslamî de.

XS
SM
MD
LG