Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervanên Kurd Heta Nuha Nehiştine DAÎŞ Derbasî Kobanê Bibe


Şervanên Kurd rê li ber mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) girtin ku bi temamî destê xwe deyînin ser bajarê Kobanê yê bakurê Sûriyê. Di encama şerê vê dawiyê de bi kêmî 16 çekdarên Îslamî hatin kuştin û 11 qurbaniyên li aliyê Kurdan ketin.

Rêxistina Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirov got ku hêzên Kurd pêşketina çekdarên DAÎŞ rawestandin û kontrola bajarê Kobanê bidest xwe ve hiştine. Şerê derengî Yekşemê heta Duşemê dirêj kir.

Mîlîtanên DAÎŞê beşek ji girekî li nêzîkî Kobanê girtin, lê êrîşên esmanî yên Amerîkî nehişt ku ew bêtir bi pêşde herin.

XS
SM
MD
LG