Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Emê Qebûl Nekin Amerîka Çekan Bide Şervanên Kurdên Sûrî


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dibêje, ewê welatê wî qebûl neke Amerîka çekan bişîne ji şervanên Kurd re ewên ku şerê mîlîtanên rêxistina Dewleta Îslamî li Sûriyê dikin.

Tirkiyê şervanên Kurdên Sûriyê wekî şaxek ji Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibînin, ku jibo 30 salan şerê hikûmeta Tirkiyê kiriye.

Ajansa Anadolu ya nûçeyan ku ser bi hikûmetê ve ye îro Yekşemê li ser zarê Erdogan got ku ev şervanên Kurd li Sûriyê û yên PKK wekhev in û Tirkiyê dê jibo vê yekê nebêje, erê.

Ev rikaberiya Tirkiyê jibo gihandina çekan bo Kurdan dibe ku hewildanên hevpeymaniya navneteweyî jibo şerê radîkalbûnê rawestîne. Dibe ku ew herwiha peywendiyên Amerîka bi Tirkiyê re aloztir bike.

Hêjayî gotinê ye, Amerîka ragihandiye ku ew ligel şervanên Kurd ketiye nav prosesa parvekirina zaniyariyan û karbidestên Amerîkî dûr naxînin ku çekan di paşerojê de bigihînin şervanên Kurd.

XS
SM
MD
LG