Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve yê Tirkiyê: Em Alîkariya Kurdan Dikin Derbasî Sûriyê Bibin


Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu. (wêne ji arşîvê ye)
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu. (wêne ji arşîvê ye)

Tirkiyê dibêje, ew nuha alîkariya Kurdên Îraqê dike ku derbasî Sûriyê bibin jibo alîkariya şervanên Kurd li bajarê Kobanê, li vê dema ku ew şerê mîlîtanên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) dikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Cavusoglu ev agahî îro Duşemê dan rojnamevanan, lê wî ti hûrgiliyên bêtir derbarê alîkariya Pêşmergeyan neda.

Ev gav tê, rojekê piştî ku Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotibû ku ewê welatê wî çekan nede şervanên Kurd. Erdogan herwiha gotibû ev şervanên Kurd û Partiya Karkerên Kurdistanê yek in.

XS
SM
MD
LG