Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Stêrê Çelo: Alîkariya Hêzên Koalîsyonê jibo Kobanê bi Bandor in


Şer li bajarê Kobanê di navbera Kurd û mîlîtanên Dewleta Îslamî de berdewam dike. Şerê Kobanê bûye sedema piştgirîya navnetewî ji Kurdan re da ku hewildanên rêxistina terorîst jibo kontrolkirina bajêr têk bibin.

Nivîskar Stêrê Çelo ku niha li bajarê Surucê yê nêzîk sînorê Sûrîye û Tirkîyê dimîme, ji Dengê Amerîka re dibêje ku şer berdewam e.

"Alîkarîya ku ji herêma Kurdistanê bi rêya firokên Amerîkî hatî jibo şervanên Kurd li nav Kobanê gelekî bi bandor e.

Birêz Çelo dide zanîn, berxwedana Kobanê gihiştiye astekê ku ne terorîstên Dewleta Îslamî ne jî ti hêzeke din dikare wê bişkîne.

Jibo guhdarîkirina dirêjîya vê hevpeyvînê, fayla dengî ya jêrîn klik bikin.

Hevpeyvîn bi Stêrê Çelo re
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:14 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG