Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlemana Kanadî Rastî Êrîşên Çekdar Hat


Polîsên Kanadî yên bi çekên giran derdora parlemana wî welatî li paytaxt Ottawa dorpeç dikin, piştî ku çekdaran herî kêm 1 leşker kuştin.

Şahîdan got, piştî ku çekdarên nenas teqe li ser leşkerekî ku li Bîrewerîya Şer ya Kanadî nobedarî dikir, ew ber bi avahîya parlemanê ve revîn û li wê derê veguherîna çekan hate bihîstin.

Televîzyona CBC ya Kanadî ragihand yek jî êrîşkaran li nav avahîya parlemanê ji alîyê polîsan ve hate kuştin.

Berdevkekî Serokwezîrê Kanadî Stephen Harper got ku birêz Harper cîhê bûyerê terkand û şûneke ewle.

Hate ragihandin ku leşkerê birîndar niha li nexweşxane ye û tê derman kirin.

XS
SM
MD
LG