Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mem Med: Hikûmeta AKP’ê Dixwaze Paşve Gav Bavêje


Mem Med.

Bi êrîşên Dewleta Îslamî li Îraq û Şamê (DAIŞ) yên ser Kobanê re ku bûn sedema şikestineke hestî di navbera Kurdan û hikûmeta Tirkîyê de, pêvajoya aştî û çareseriyê jî bi xeterîyê re rûbirû ma.

Bi taybet piştî bûyerên ku di xwepêşandanên piştgirîya Kobanê de qewimîn û kuştina çend leşker û serbazên li van rojên dawî, hikûmeta AKP’ê gefan li alîyê Kurd dixwe ku pêvajoya çareseriyê bi dawî bîne yan jî jibo demeke nediyar rawestîne.

Di daxuyanîyên karbidestan de tê gotin, heta kiryarên tundûtujiyê bi dawî neyên ew ê ti gavan navêjin û hevdîtinên bi rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re jî bidin rawestandin.

Parêzer û nivîskarê Kurd Mem Med, ji Dengê Amerîka re rewşa dawî ya pêvajoya çareseriyê şîrove dike.

“Hikûmeta AKP’ê ji destpêka pêvajoyê ve gavên mezin neavêtine. Vê yekê jî hiştiye ku li nav gel moral têk biçe û pêbawerî nemîne.”

Nivîskarê Kurd dîyar dike, hikûmetê xwest êrîşên DAIŞ’ê yên ser Kobanê wek fersendekê bikar bîne, lê piştî ku bi ser neket jî dixwaze di pêvajoya çareseriyê de paşve gav bavêje.

Ew bi bîr dixe, yekem sedema ku karbidest zimanê tund bikar tînin hilbijartinên giştî ne ku AKP dixwaze jibo dengên neteweperestan bistîne moralê bide wan.

Mem Med destnîşan dike, pêvajoya çareseriya pirsa Kurd hîna di mêjiyê dewleta Tirkîyê de rûneniştiye, loma jî rûbirûyî van xeteriyan dibe.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:04:44 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG