Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îsraîl Du Xalên Sînor ligel Kerta Xeza Digirin


Artêşa Îsraîlî got ku wê biryar da xalên Kerem Şalom û Erez Yekşemê bigirin piştî ku roket ji aliyê Filestînî ve hate avêtin bo nav Îsraîlê bêy ku ti ziyan û birîndar bikevin.

Îsraîlê got, ewê rê bê dayîn ku alîkariya mirovî bi riya xala Erez re were derbaskirin.

Hikûmeta Îsraîlê got ku bûyera roketê êrîşa duwemîn bû ji dema şerê Îsraîl yê 50 roj li dijî mîlîtanên Hemas li Xezayê.

Di pêşketineke din de, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji endamên parlemanê re dibêje ku berpirsiyê nîşan bidin di girjiya navbera Misilman û Cihûyan de li ser Çiyayê Perestgehê.

Hinek Îsraîlî ditirsin ku Filestînî vê rewşê bikar bînin jibo destpêkirina serhildaneke din. Birêz Netanyahu dibêje, ew dixwaze behane ji herdu aliyan re nebin da ku bi tundî li aliyê din vegerînin.

XS
SM
MD
LG