Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şîretvanê NY yê taybet bi Yemenê pesnê rêkeftinekê di navbera hemû partiyên Yemenî û rêxistinên siyasî de da jibo damezrandina hikûmeteke teknokrat bi serkêşiya Xalid Behah, serokwezîrê hatiye bijartin.

Di daxuyaniyekê de îro Yekşemê, Cemal Benomar got ku peymana Şemiyê bişev pêk hat gaveke girîng e ber bi bicîanîna rêkeftina aştî û hevpariya niştimanî û aramiya welêt.

Partiya Kongreyê ya Serokê berê Elî Ebdulla el Salih û jimareke partiyên din rijdî dikirin ku hemû partî û rêxistin di avakirina hikûmetê de bin, lê belê di civîna roja Şemiyê de, wan got ku rêkeftina nû pêk hatiye jiber rewşa metirsîdar ya Yemenê.

Behah meha bûrî wekî serokwezîr hate danîn. Ew ji aliyê serhildayên Îslamî û Şîa ve tê piştgirtin, ewên ku Senaa paytext û bajarokên din kontrol dikin.

XS
SM
MD
LG