Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Gel Gefa Grupa Dewleta Îslamî, Aşûra Bi Awakî Berfereh Tê Vejandin


Li gel gefa êrîșên tundrewên Sunî li Iraqê, bi sed hezaran bawermendên Șî’î ji bo bîranîna salane ya Așûra li bajarê pîroz yê Kerbela kom bûn.

Bi deh hezaran hêzên Îraqî yên parastinê jî ji aliyê xwe ve gihîștin wir ji bo parastina bewermendên ku șîna mirina Hisên, neviyê pêxember Muhemed di sedsala 7em de vedijînin.

Mirina Hisên yê ku ji kesayetiyên herî bi rêz e li nik Misilmanên Șî’î, perçebûnê di navbera Misilmanên Șî’î û Sunî de, diyar dike.

Çekdarên grupa Dewleta Îslamî ya Sunî, berpirsiyariya xwe ji bo gelek êrîșên mirdar anîn ziman, li dijî Șî’î yên ku ji bo Așûra diçin serdana Kerbelai.

Her wiha li Lubnan jî ev bune bi awakî berfereh hate bi bîranîn û bawermendên wan yên Șî’î serdana Kerbela kirin.

XS
SM
MD
LG