Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka û Rûsya Agahiyan Derbarê Ukraynayê Parve Dikin


Lavrov (çep), Kerry (rast).

Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry dibêje, Amerîka û Rûsya lihev kirine ku agahiyan li ser pêşketinên Ukraynayê bidin hev.

Li konferansa salane ya Abûriya Asya Pasîfîk li Çînê, Kerry îro Şemiyê got ku tevî cudahiyên li ser hinek rastiyên ku li Ukraynayê çê dibin, Washington û Mosko dê agahiyan derbarê wî welatî bidin hev.

Wezîrê Derve yê Amerîka ev gotin dan piştî hevdîtineke kin ligel Wezîrê Derve yê Rûsya Sergei Lavrov yê ku bersiva pirsên rojnamevanan derbarê maytêkirina welatê wî ya leşkerî li Ukraynayê, neda.

Wexteke zûtir li Kiyêv, paytexta Ukraynayê berdevekê Civata Ewlekariya Niştimanî ya Ukraynayê behsa otomobîlên leşkerî yên Rûsya li ser sînorê Ukraynayê kir û herwiha got ku Kiyêv ji her tiştî re amade ye.

XS
SM
MD
LG