Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Salvegera 25emîn ya Roxandina Dîwarê Berlînê ye


Rêwresim û helkeft li Almanyayê jibo salvegera 25mîn ya roxandina Dîwarê Berlînê lidar in.

Şîretvana Alman Angel Merkel îro Yekşemê rêvebiriya çend helkeftan kir, wekî danîna gulan li ser hinek beşên mayî ji dîwêr jibo bibîrxistina wan kesên ku direviyan Almanyaya Rojava.

Li Berlîna paytext jî jimareke helkeftên cuda jibo vê rojê hatin lidar xistin.

Dîwarê Berlînê paytext Almanya parçe kir û Şerê Sar destnîşan kir, tê de Amerîka û hevbendên xwe dijberiya Yekîtiya Sovyêtê piştî Şerê Cîhanê yê Duwem dikir.

Di vê rojê de, Serokê Amerîkî Barack Obama daxuyaniyek derxist tê de got ku kiryarên Rûsya li dijî Ukraynayê bibîr tînin ku hîn pêdivî bi gelek kar heye da ku Ewropa bi giştî azad bibe û têkeve nav aştiyê.

XS
SM
MD
LG