Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Huseyin Çelik li Ser HDPê: Gotina Wan ya Mûsa ye, Fêlê Wan yê Fîrewn e


Huseyin Çelik di naverastê de ye.
Huseyin Çelik di naverastê de ye.

Şêwirmendê Serokê Giştî yê Partiya Dad û Pêşvebirinê Huseyin Çelik jibo hilbijratina serokatiyên navçeyên AK Partiyê hat Diyarbekirê û di daxuyaniyekê de li ser bûyerên protestoyên Kobaniyê, HDP bi zimanekî tund rexne kir.

Wî got, "hem xelkê derxin kolanan hem jî bibin sedema kuştina mirovan û paşê jî bêjin ku me wisa negotibû. Pêşî banga daketina kolanan bikin û paşê jî bêjin na me wisa negotibû, hûn bi devê xwe ehmeqiya xwe qebûl dikin."

Huseyin Çelik got, HDP siyaseta etnîkî dike û li herêmê ji bilî xwe mafê siyasetê nade ti partiyan, paşê jî doza demokrasiyê dike.

Şêwirmendê AKPê li ser rewşa pêvajoyê jî got, "PKK an İmralî ger ferz be wê bi wan re jî hevdîtin çêbe, lê nabe ku bi hiceta Kobanê fitne û ficûr têxin nav gel. Em hemî di keştiya Tirkiyê de ne ger ev têk here, herkes wê têde here. Eger HDP bi rastî jî aştî û demokrasiyê dixwaze, divê pêşî ji xwe destpê bike. Gotinek pêşiyan heye dibêje, 'Peyva wan wekî ya Mûsa ye lê fêla wan wekî wekî ya fîrewn e'."

Wî daxuya kirin, ewê hewildanên xwe yên jibo pêvajoyê bidomînin. Herwiha da zanîn, HDP jî bi berpirsiyariya parlementer tevbigere wê wekî berê di pêvajoyê de cihê xwe bigre.

Huseyin Celik li Diyarbekirê
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:37 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG