Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran Navendeke Çêkirina Zêr Ava Dike


Navenda nû çêkirina zêr li ba mayîna Zerşûran ya zêr dikeve.
Navenda nû çêkirina zêr li ba mayîna Zerşûran ya zêr dikeve.

Televizyona dewleta Îranê radigihîne ku welêt navendeke nû ya çêkirin û proseskirina zêr vekiriye bi mebesta ku berhemdana salane ya Îranê duqat bibe, anku bigihêje 6 ton.

Raport dibêje, Cîgirê Yekem yê Serokê Îranê Îşaq Cîhangîrî beşdarî merasîma vekirina navendî ya roja Şemiyê bû. Ew li nêzîk bajarê Tekeb yê bakur rojavayê Îranê dikeve.

Raport herwiha dibêje, navenda nû ya proseskirinê ku li rex mayîna Zerşûran ya zêr dikeve, dê herwiha dora 2.5 ton ji zîv û 1 ton zîbeq her salê berhem bike.

Televizyona dewletê dibêje, Îranê berê dora 3 ton zêr her salê berhem dida.

XS
SM
MD
LG