Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Libnanê Xwepêşandinên Tund Jibo Leşkerên Dîlkirî


Nexşeya Libnanê.
Nexşeya Libnanê.

Mirov û kesûkarên leşkerên Libnanî ku ji aliyê mîlîtanên Îslamî ve hatine dîlkirin, îro Duşemê teker şewitandin û kolanên Beyrûta paytext girtin, wekî beşek ji çalakiyên wan jibo zûkirin azadkirina dîlên wan.

Protestoyên Duşemê derketin, piştî mîlîtanan gefe xwarin dest bi kuştina leşkerên girtî bikin, eger hikûmet cezayê zindankirinê ji ser hinek girtiyên Îslamî hilneyîne.

Mîlîtanên ser bi Cebhet el Nusra û Dewleta Îslamî dora 20 leşker û polîsên Libnanî ji Tebaxê de dîl kirine.

Ji wê çaxê de, bi kêmî sê ji wan dîlan li ser destê mîlîtanên Îslamî hatine kuştin. Malbatên leşkerên mayî kon li navenda Beyrûtê li hember ofîsa serokwezîr vegirtine. Ew hewil didin fişarê li hikûmetê bikin ku navbeynkariyê bi mîlîtanan re bikin.

XS
SM
MD
LG