Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Mîrza Dînayî Pirsyarekê Arasteyî Barzanî Dike


Piştî çend mehan ji êrîşa çekdarên Dewleta Îslamî (DAÎŞ) li ser devera Şengalê, bi hezaran kes bûne qurbanî û bi sedan hezaran kesên dî koçber bûne, lê heta niha çi biryarek derbarê azadkirina Şengalê nehatîye bihîstin.

Di hevpeyvîneke Dengê Amerîka ligel Çalakvan Dr. Mîrza Dînayî dibêje, daxwaziyeke durist bo rizgarkirna Şengalê nîne û ev e meremeke siyasî ya şaş li pişt heye.

Herwisa Dr. Dinayî got, "ez bi riya Dengê Amerîka pirsyarekê arasteyî cenabê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, weku rêberê giştî yê hêzên Pêşmerge dikm, çima heta niha Şengal rizgar nebûye?"

Dr. Dinayî da zanîn, di bersiva karbidestan de li ser pirsyara min gotin rizgarnekirina Şengalê peywendî bi planên leşkerî û stratejîk ve heye.

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:00 0:00

XS
SM
MD
LG