Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Duşemê got, nabe jin bi mêran re yeksane bin. Wî got, Îslam rola jinan daye xuyakirin, ew jî dayikbûn e.

Di konferansekê de li bajarê Stenbolê derbarê jin û dadmendiyê, Erdogan got ku li dijî xuristê ye dema jin û mêr wehkev werin dîtin.

Ajansa Associated Press ya nûçeyan li ser zarê Erdogan got, “tu nikarî ji jinan re bibêje here derve û axê bikole. Ev yek li dijî surişta wan ya nazik e.”

Erdogan herwiha feminist û çalakvanên mafên jinê bi ne pejirandina têgeha dayikbûnê, tawanbar kir.

Partiya Erdogan ya desthilatdar ku bi bingeha xwe ya Îslamî tê nasîn, her gav bi wê yekê tê tawanbar kirin ku ew hewil dide bingeha sekuler ya Tirkiyê têk bibe.

XS
SM
MD
LG